Viyan Dexîl: Zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdestê de di rewseke hestyar de ne

21 January 2022 13:00 0 dîtin
Viyan Dexîl: Zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdestê de di rewseke hestyar de ne

PeyamaKurd Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl bi daxuyaniyekê diyar kir, ji ber pêla berfê ya li Herêma Kurdistanê û rewşa nebaş a hewayê, zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê, di rewşeke hestyar de ne û divê demildest biçin hawara wan.

Viyan Dexîl eşkere kir: “Ew malbat di dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an de mal û warê xwe hiştin û xaniyên wan di şer û êrîşan de wêran bûn û bê cih û rê mane, bi neçarî li devera Serdeşt a Çiyayê Şingalê bi cih bûne.”

Dexîl destnîşan kir: “Niha ew hemû bi berfê dorpêç bûne, tevî sermaya kujer û ba û bahoz, ji ber tunebûna pêwîstiyan jî dinalin, bi taybetî nefta spî û pêwîstî û cilûbergên zivistanê û xurek.

Herwiha eşkere kir, ew spasiya hemû rêxistinên xêrxwazî yên navxwe û navdewletî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike û ji Hikûmeta Federal a Iraqê û îdareya xwecihî ya Neynewa daxwaz dike, berpirsyariya xwe li hember bi sedan malbatên ku jin û zarok û kesên bi temen asê mane, bi cih bînin û demildest alîkariyan bigihînin wan.

Viyan Dexîl tekez dike, divê aloziya mezin were çareserkirin û aware vegerin deverên xwe, ev jî bi rêya cîbicîkirina profesyonel a rêkeftina Şingalê, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin, ku dikarin bi rêya wê rêkeftinê, dawî li vê êş û janê bînin.