Sûdanî ferman da: Bila zeviyan bidin Kurdên Êzdî

11 August 2024 23:06 0 dîtin
Sûdanî ferman da: Bila zeviyan bidin Kurdên Êzdî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ofîsan da ku zeviyan bidin karmendên Kurd ên Êzidî.

Hate ragihandin ku Ofîsa Serokwezîrê Iraqê 5ê Tebaxê de ji wezaretên plandanîn, darayî, avakirin û bicihkirinê û Banka Navendî û Parêzgariya Nînowayê re nivîsek şand.

Ofîsê ji van wezaretan xwestiye ku zevî û krediyên xaniyan bidin karmendên Kurd ên Êzidî û karmendên ji pêkhateyên din.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di nivîsa xwe de xwestiye ku ev yek nebe sedema guherîna demografiyê.

“Biryar girîng e”

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Xelef Şingalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku biryar gihiştiye destên wan jî û li pey çû:

“Biryar girîng e çimkî di maweyê 50 salên borî de biryareke bi vî rengî nehatiye dayîn.”

Li gorî nivîsê dê karmendên wezaretan, xizmên şehîd û revandiyan û astengdar karibin van zeviyan wergirin.

Di nivîsê de ji ofîsên plandanînê hatiye xwestin ku li ser projeyê bixebitin û dema zevî tên belavkirin divê demografiya herêman neguhere û pêkhateyên li herêman werin parastin.

Xelef Şingalî diyar kir ku dê biryar di demeke nêzîk de were bicihanîn û dê Êzidî jî ji zevî û kerediyên xaniyan sûdê wergirin.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Îraqê ev biryar ji bo salvegera 10an a Komkujiya Şingalê derxistiye.