Sûdanî ji bo êrîsa ser Kormorê ferman da: Wê êrîskar bên cezakirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser êrîşa Zeviya Gazê Kormorê ku dikeve nav sînorên Silêmaniyê, fermanda lêpirsîna bilez da.
Hate ragihandin ku Sûdanî ferman daye, Fermandariya Hêzên Operasyonên Hevbeş ku êrîşa serk zeviya gazê ya Kormorê ku şeva borî bi moşekan hatibû kirin, lêkolîn bike û lêpirsîneke ku di 48 saetan de were temamkirin bide destpêkirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de hatiye gotin ku ew êrîşên sabotajê yên binesaziya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi qestî ne û aboriya welat hedef digrin.
Li ser navê Serokwezîr Sûdanê hate gotin ku wê cezayên pêwîst bo wan komên êrîş pêk anîne, bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin