Fraksîyona PDKê bang li Sûdanî kir: Êrîsan rawestîne û êrîskaran radestî dadgehê bike!

01 January 2024 18:26 0 dîtin
Fraksîyona PDKê bang li Sûdanî kir: Êrîsan rawestîne û êrîskaran radestî dadgehê bike!

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Palamentoya Iraqê, derbarê êrîşên komên çekdar li ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û êrîşa dawî ya li ser baregeha hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya fraksîyona PDKê ya îro 1ê Çileyê hate belavkirin de, bang li Serokwezîr û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hate kirin ku komên çekdar ên neyasayî rawestîne û wan radestî dadgehê bike.

PDKê got: “Dubarekirina van êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê grûpên neyasayî ve, nayê qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar e ku ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê û ewlekariya welatiyên wê dike armanc. Herwiha Ev yek jî nîşana lawaziyeke mezin a hikûmeta federalî di riftara ciddî û bibiryar ligel van grûpan e ku ji aliyê kesên ku aramiyê li Iraqê naxwazin ve tên fînansekirin û biçekkirin.”

Di daxuyaniya Fraksiyona PDK'ê de hate diyarkirin: “Em bang li fermandariya giştî ya hêzên çekdar dikin ku demildest pêngavan bavêje ji bo rawestandina van grûpên neqanûnî û kesên ku piştgirî didin wan û hesab ji wan bipirse û wan derxîne pêşberî dadgehê, herwiha kar ji bo kontrolkirina asmanê Iraqê bike û lêkolînê derbarê cihê ku dronên bombekirî tên avêtin û şêwazê alîkariya wan û aliyên ku komên neqanûnî bi van dronan biçek dikin de bike.”

Fraksiyona PDKê bibîr xist: “Herêma Kurdistanê dê li hember wan kesên ku hewla têkdana asayîş û aramiyê dikin û metirsiyê li ser asayîşa welatiyan dirust dikin, dê sersext bimîne û ew hewlên bêhêvî û nebaş a têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, dê biser nakevin.”

Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî dabû xuyakirin ku 30yê Kanûna 2023yan bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheke hêzên Pêşmergeyan li sînorê Pîrmam-Hewlêrê hatiye kirin û hatibû gotin, ew êrîşa terorîstî geşedaneke metirsîdar a nayê qebûlkirin e ku aştî û aramiya Iraqê dixe metirsiyê.