Serokwezîrê Iraqê Sûdanî banga civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir

10 July 2024 12:11 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî banga civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bang li endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir ku roja Pêncşemê yekem civîna xwe bi serokatiya endamê herî temendirêj pêk bînin.

Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir ku roja pêncşemê 11.07.2024ê yekem civîna xwe li baregeha encûmena parêzgehê bi serpereştiya herî temenmezintirîn endam lidar bixin.

Herwiha Sûdanî daxwaz ji aliyên siyasî yên pêwendîdar kir ku ji bo cîbicîkirina rêkeftina ku di gotûbêjên siyasî de hatiye encamdan, hevkariyê bikin û di rojên pêş de danûstandin bi dawî bibin.

Tevî ku zêdetirî 7 meh bi ser hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê re derbas bûne, lê belê astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê û dabeşkirina adilane ya postên bilind nehatine derbaskirin.