HSDê banga dîyaloga navxweyî û rawestandina êrîsan kir

02 January 2025 19:41 0 dîtin
HSDê banga dîyaloga navxweyî û rawestandina êrîsan kir

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşên çend rojên dawî yên li ser bajarokên Til Rifet, Dêr Cemal û Minbicê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me êrîşên terorî yên ku çend rojên dawî li ser Til Rifat, Dêr Cemal û Minbicê pêk hatine, şermezar dike, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwaze.”

Herwiha bangewazîya dîyalog û aramiya navxweyîya Sûriyê hate kirin û hate diyarkirin,”Hêzên me êrîşên terorî yên bi armanca astengkirina hewldanên mîsogerkirina aramiyê li Sûriyeya nû red dike. Hêzên me careke din bang li hemû aliyên sûriyeyî dike ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ji tundiyê dûr bikevin û diyalogê esas bigirin."