DEM Partî: Banga Ocalan ne ji bo Rojava û HSDê ye
PeyamaKurd - Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel, li ser banga Abdullah Ocalan a hilweşandina PKKê û hemû komên wê ragihand, “Muxatabê banga Ocalan PKK ye, bang ne ji bo HSD û Rojava ye.”
Tayîp Temel, piştî xwendina nameya Ocalan ji Rûdawê re da xuyakirin, Ocalan li ser Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) peyam belav nekiriye û diyar kir, ew bang ne ji bo wan e, lê ji bo PKKê ye.
Ocalan ev bang kiribû:
“Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin