DEM Partî: Banga Ocalan HSD’ê li xwe nagire, navnîsana çareseriyê parlamento ye
PeyamaKurd – Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoggullari, bi rojnamevanên li Parlamentoya Tirkiyê kar dikin re civiyan û bersiva pirsên derbarê banga Abdullah Ocalan de dan.
Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kirin ku ger pêvajo ne şefaf be, dê sûda wê nebe û dane zanîn, navnîşana çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê ye.
Herwiha dane zanîn ku banga Abdullah Ocalan a çekdanîn û fesihkirina PKKê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li xwe nagire û lewra jî ew nikarin li ser wê mijarê tiştekî bibêjin.
Ji bo rexneyên partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê jî hevserokan dane xuyakirin, “Li pişt deriyan me bi kesî re li hev nekiriye. Divê CHP pêvajoyê neke qurbanê wan gotegotan û heke naecibîne jî bila nexşerêya xwe pêşkeş bike.”
Herwiha hevserokên DEM Partiyê ragihandin ku ew dê gereke nû ya serdana partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bidin destpêkirin û derbarê banga Ocalan û pêvajoyê de wan agahdar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin