PDKê êrîsa terorî ya ser Berpirsê Germiyanê sermezar kir û banga lêkolîneke cidî kir

16 July 2024 17:12 0 dîtin
PDKê êrîsa terorî ya ser Berpirsê Germiyanê sermezar kir û banga lêkolîneke cidî kir

PeyamaKurd - Mekteba Siyasî ya PDKê hewldana terorkirina Berpirsê Liqa Germiyanê ya PDKê bi tundî şermezar kir û ragihand, “Armanckirina heval û kadirên me nayê qebûlkirine”.

Mekteba Siyasî ya PDKê îro 16ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê, hewldana terorkirina Berpirsê Liqa 22 ya PDKê li Germiyanê Ekrem Salih şermezar kir û daxwaz ji dezgehên sînorê Germiyanê kir, lêkolînên cidî li ser wê kiryara nemirovane û teroristî bikin û bikerên wê ji bo partiya wan û tevaya xelkê Kurdistanê bi giştî diyar bikin.

Mekteba Siyasî ya PDKê got: “Ev karên têkderane dê bandorê li ser seqamgirî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bike û armanckirina heval û kadirên partiya me ji her alî û komekê ve be qebûlkirî nîne û em rê nadin têkder bigihin meremên xwe.”

Di beşeke din de hate diyarkirin, “Ji bo seqamgirî û ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê pêdivî ye aliyên pêwendîdar bi erkê xwe rabin û bikerên wê kiryara terorîstî peyda bikin û rûbirûyî qanûnê bên kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, otomobîla Berpirsê Liqa 22 ya PDKê doh 15ê Tîrmehê li ber deriyê mala wî li bajarokê Kelarê yê girêdayî Îdareya Germiyanê teqiya û di encamê de ew birîndar bû. Ekrem Salih dema ku xwe amade dikir biçe ser karê xwe, otombîla wî teqiya û ew bi sivikî birîndar bû. Di encama teqînê de cam û deriyên malê jî zirar dîtin. Piştî vemirandina agir, hêzên ewlehiyê û polîs hatin cihê bûyerê û dest bi vekolînê kirin.