Polîtbûroya PDKê êrîsa terorîstî ya ser mala Mistefa Kazimî bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hewla kuştina wî bi tûndî şermezar kir.
Polîtbûroya PDKê bi daxuyaniyekê êrîşa ser mala Mistefa Kazimî bi tûndî şermezar kir û ragihand: “Îro serê sibehê me xebera hewleke şikest xwarî bihîst ku bo ser cih û mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bû li Bexdayê, em weke Partiya Demokrata Kurdistanê bi tûndî wê êrîşê şermezar dikin û û weke êrîşeke terorîstî wesif dikin.”
PDKê diyar kir, “Em daxwaz dikin ew karê dujminkarane û dûbare nebin û hemû alî bi cidî kar bikin ji bo dîtina tohmetbaran û cezakirina wan di çarçoveya rêgirtin li karê aloziyê û dabînkirina aramî û parastina seqamgîriyê.”
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandibû ku îro 7ê Mijdarê danê sibehê, bi 3 balafirên bêmirov û bombebarkirî êrîş li mala Mistefa Kazimî hatiye kirin, lê Mistefa Kazimî ji wê êrîşê rizgar bûye û çend pasevanên wî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin