Polîtbûroya PDKê êrîsa ser Balyozxaneya Swêdê û sewitandina Qûranê sermezar kir
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmed Mihemed li ser şewitandina balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bûyera serdegirtina balyozxaneyê ji aliyê alîgirên Sedr ve şermezar kir.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed got: “Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.”
Berdevkê PDKê herwiha got: “Em di heman demê de şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikin û em li dijî şewitandin û bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz ên hemû olan in û em piştgiriya birêz Sûdanî û hikûmeta federal a Iraqê dikin ji bo pêkanîna rêkarên yasayî ji bo dubarenebûna van cûre kiryaran.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin