Swêdê balyozxaneya xwe ya Beyrûtê bi awayekî demkî girt

03 August 2024 13:05 0 dîtin
Swêdê balyozxaneya xwe ya Beyrûtê bi awayekî demkî girt

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström ragihand ku biryar e ji ber metirsiya ewlehiyê Balyozxaneya Beyrûtê ya wî welatî bi awayekî demkî were girtin.

Billström di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala Swêdî TV4 de got ku wan biryar daye ku ji ber xerabbûna rewşa ewlehiyê ya li herêmê, Balyozxaneya Beyrûtê di tevahiya meha Tebaxê de bi awayekî demkî bê girtin.

Billström agahî da ku telîmat dane dîplomatên Swêdî yên li Beyrûtê wezîfedar in ku ji Lubnanê derkevin.

Li gor nûçeya AAyê; Billström diyar kir ku dema girtina demkî ya ku niha tebaxê digre, li gorî rewşa ewlekariya herêmê, ger hewce bike wê were dirêjkirin.