Iraqê hem êrîsa balyozxaneya Swêdê sermezar kir hem jî gefa qutkirina pêwendiyên dîplomatîk xwar!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Pêncşemê 20ê Tîrmehê, piştî êrîşa li ser balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê civîneke awarte bi Wezîrên Navxwe û Derve, Serokê Ajansa Asayişa Neteweyî, Serokerkanê Artêşa Iraqê û çend rayedarên leşkerî û ewlehiyê re saz kir.
Serokwezîrê Iraqê di civînê de hişyarî da hikûmeta Swêdê ku eger di bin navê azadiya derbirînê de careke din destûrê bide “şewitandina Qurana pîroz” ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi wan re qut bikin.
Sûdanî herwiha serdegirtina alîgirên Tevgera Sedr bi ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê de jî şermezar kir û wekî “binpêkirina ewlehiyê” bi nav kir.
Di civîna awarte de biryar hate dayîn, berpirsên şewtandina balyozxaneyê yên hatine desteserkirin bo dezgeha dadwerî bên şandin û berpirsên ewlehiyê yên xemsarî kirine jî bo lêkolînê bên şandin û tedbîrên yasayî li dijî wan bên standin.
Di civînê de hate diyarkirin ku hikûmeta Iraqê pabendbûna xwe ya bi ewlekarî û parastina hemû nûneratiyên dîplomatîk û rûbirûbûna her êrîşeke ser wan dubare dike û hate gotin, wan duh bi rêyên dîplomatîk, hikûmeta Swêdê agehdar kir ku eger bi behaneya azadiya derbirînê destûrê bide bûyera şewitandina Qur'ana pîroz li ser axa xwe, dê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa ser balyozxaneya Bexdayê, Swêdê balyozxaneya xwe ya Bexdayê girt û banga dabînkirina ewlehiya nûnertiyên dîplomatîk li hikûmeta Iraqê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin