Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê êrîsa ser Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê Xemîs Xencer, êrîşa moşekî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir û got: “Ez bi tundî êrîşa li ser bajarê Hewlêrê, bajarê pêkvejiyan û aştiyê şermezar dikim.”
Xemîs Xencer diyar kir: “Ez vê binpêkirina giran a serweriya Iraqê şermezar dikim û piştgiriya pêngavên hikûmeta Iraqê bo lêkolînkirina bûyerê dikim.”
Hêjayî gotinê, di êrîşa şeva borî bi moşekên balîstîkî û dronan ji nav Îranê û komên girêdayî Îranê yên Iraqê ve hate kirin de, 8 deverên Hewlêrê hatin armanckirin.
Di êrîşan de, karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya bi navê Jînê ye 11 mehî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Iraqî yê Xirîstiyan e jî di nav de, çar welatiyên sivîl can dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin