NY: Êrîsa li ser mala Serokê Parlamentoya Iraqê êrîseke tirsonekî û ji bo çêkirina aloziyê ye

26 January 2022 13:03 0 dîtin
NY: Êrîsa li ser mala Serokê Parlamentoya Iraqê êrîseke tirsonekî û ji bo çêkirina aloziyê ye

PeyamaKurd Netewên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê êrîşa li ser mala Serokê Parlamentoya Iraqê şermezar kir û diyar kir, ew êrîşeke tirsonekî û ji bo çêkirina aloziyê ye.

Şeva borî 25.01.2022yê çekdarên nenas 4 moşek avêtin mala Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî.

Yek ji wan moşekan nêzîkî mala Mihemed Helbûsî ya li navçeya Reşad a nêzîk bajarokê Kerme ya li rojhilatê parêzgeha Enbarê ket û ji ber wê jî du hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.

Îro 26.01.2022yê Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ew êrîş şermezar kir û wek êrîşeke tirsonekî pênase kir û da zanîn: “Ew êrîş hewldanekî tirsonekî ye û ji bo çêkirina aloziyê ye.’’

Netewên Yekbûyî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir hemû hewldanan ji bo dubarenebûna êrîşan bide û tewanbaran jî bigre.

Netewên Yekbûyî daxwaz ji hemû aliyan kir xwe li berçav re derbas bikin ku hewla têkdana seqamgiriyê jinav bibin.