Serokê Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ye
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî ji bo serdaneke fermî gihîşt Hewlêra paytext.
Meşhedanî doh bi şev li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ve hat pêşwazîkirin.
Ev yekem serdana fermî ya Mehmûd Meşhedanî ye bo Hewlêrê.
Meşhedanî di 31ê Cotmeha 2024an de bi 182 dengan wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.
Meşhedanî di sala 1948an de li Bexdayê ji dayîk bûye, di sala 2006a de wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin