Serokê Parlamentoya Iraqê banga rêkeftineke eskere li Bexda û Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî derbarê karnameya rûniştinên gotûbêjên niştimanî de peyamek belav kir.
Helbûsî di peyama xwe ya ku îro 4ê Îlonê li ser belav kiriye de got ku pêwîste Hewlêr û Bexda rêkeftineke eşkere pêk bînin ku ev mijar yek ji xalên karnameya rûniştinên gotûbêjên niştimanî yên li Iraqê be.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî wiha got: “Divê pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingeha rêkeftineke eşkere bê rêxistin kirin, ku heta dema pejirandina yasaya neft û gazê temam bibe.”
Helbûsî destnîşan kir, pêwîste hemû alî li ser destnîşankirina hikûmeteke bi temamî desthilatiyên xwe ve li hev bikin ku bibe haveynê baweriyê û piştrastiyê ji bo xelkê û aliyên siyasî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin