Parlamentoya Iraqê serokê xwe yê nû hildibijêre: 4 namzed hene
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê civiya.
Hate ragihandin ku rûniştina Civata Nûnerên Iraqê ji bo hilbijartina serokekê nû dest pê kiriye û 4 namzed dê biçin ber dengdanê.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Civata Nûnerên Iraqê ragihand, “Çar namzed pêşbirkê ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Iraqê dikin.”
Hêjayî gotinê ye, Salim Îsawî, Telal Zewbehî, Mehmûd Meşhedanî û Amir Ebdulcebar namzedên seroktiyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin