Namzedê PDKê bû cîgirê serokê parlamentoya Iraqê
PeyamaKurd - Cîgirê duwem ê Serokê Parlemana Iraqê ragihand, ku piraniya kêşeyên Kurdan li gel Hikûmeta Bexdayê ne, hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e û pêwîst e em vî erkî ji bo xizmetkirina gelê me û bicîkirina destûrê bikar bînin.
Cîgirê duwem ê Serokê Parlemana Iraqê Dr. Beşîr Xelîl Hedad, di daxuyaniyeke taybet a bi Kurdistan24ê de ragihand: Tevî ku hîn Kurd çarçoveya Iraqê de ne, lê piraniya kêşeyên Kurdan li gel Hikûmeta Bexdayê ne, lewra hebûna me di Perlemana Iraqê de, erk e û pêwîst e em vî erkî ji bo xizmetkirina gelê me û bicîkirina destûrê bikar bînin.
Dr. Beşîr Xelîl Hedad diyar kir, ku pêwîst e Kurd li Bexdayê kar ji bo kêmkirina nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê, di çarçoveya destûrê de bikin.
Derbarê wergirtina postê Cîgirê Serokê Parleman de Dr. Beşîr Hedad tekez kir, ku ew post ne postekî teşrîfî ye, lê postekî teklîfî ye.
Di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de, Dr. Beşîr Xelîl Hedad, ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek cîgirê duwem ê Serokê Perlemana Iraqê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin