PDKê Saxewan Ebdula namzedê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê nîsan da
PeyamaKurd - PDKê Şaxewan Ebdulla ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek namzedê posta Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê diyar kir.
Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) îro Yekşemê yekem rûniştina xwe dike û biryar e tê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê (Serok û 2 cîgirên Serokê Parlamentoyê) were hilbijartin.
Parlamenterê ji Fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdulla, wek kandîd ji bo postê Cîgirê Serokê Parlamendtoya Iraqê hat diyarkirin.
Şaxewan Ebdulla ji K24ê re ragihandiye, ev post ji destkeftên Kurdan e, ji ber wê ew çaverê ne hemû aliyên Kurdî ji bo hilbijartina Cîgirê Serokê Parlamentoyê yekdeng bin.
Şaxewan Ebdulla got: “Parlamenter di rûniştina îro de sonda yasayî dixwin û em jî pabendî rênimayên ku ji aliyê serkirdatiya siyasî ya Kurdî hatine diyarkirin dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin