Hilbijartinên Herêma Kurdistanê: PDKê hejmara namzedên Silêmanî û Helebceyê eskere kirin
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo 41 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li herêmên Silêmanî û Helebce 78 berbijêr destnîşan kirin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de ku biryare di Cotmeha bê de birêve biçe, 78 namzed destnîşan kirin ku 26 ji wan li herêma Silêmaniyê ne.
Di heman demê de PDKê 14 namzed li Helebce û 13 namzed li navçeya Raniye destnîşan kirin.
Li Germiyanê 9 û li Çemçemala jî 3 namzet hatin diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin