Hejmara navendên dengdanê yên ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê-Parlementoya Kurdistanê hatine pejirandin

20 August 2024 10:08 0 dîtin
Hejmara navendên dengdanê yên ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê-Parlementoya Kurdistanê hatine pejirandin

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hejmara sindoqên dengdanê yên 4 navçeyan ji bo hilbijartinên gera şeşem a taybet û giştî ya Herêma Kurdistanê pesend kir.

Di daxuyaniya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de hat ragihandin ku hejmara dawî ya navendên dengdanê yên ji bo hilbijartinên taybet û giştî ji aliyê encûmena komîseran ve hat pesendkirin.

Di daxuyaniya berê ya komîsyonê de hatibû gotin ku li 1266 navendan 6 hezar û 318 binkeyên dengdanê yên li 4 herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê û 749 navendên dengdanê li 165 navendan jî ji bo dengdana taybet hatine danîn.

Li gorî tomaran, hejmara giştî ya dengderên ku mafê dengdanê di hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de hene, 3 milyon û 789 hezar e û heta niha 2 milyon û 901 hezar ji wan kertên biyometrîk dane.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê didomîne, ku biryar e di 20ê Cotmeha 2024an de bê lidarxistin.

Piştî ku lîsteyên namzedan hatin piştrastkirin û nav bi dawî hatin, tê payîn ku di nîvê meha bê de kampanyaya hilbijartinê destpê bike.