PDKê lîsteya namzedên xwe yên Parlamena Kurdistanê pêskês kir

18 July 2024 14:32 0 dîtin
PDKê lîsteya namzedên xwe yên Parlamena Kurdistanê pêskês kir

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro lîsta namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.

PDKê îro lîsta namzedên xwe yên ji bo gera şeşem a hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pêşkêşî her sê şaxên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ya şaxên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê kir.

Li gor mercên Komîsyonê, her lîsteyeke ku beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê dibe, li her parêzgehekê dikare du qatan ji kursiyên xwe zêdetir pêşkêş bike, ji bo vê hilbijartinê jî, 190 namzedên PDKê hene.

Dabeşkirina namzedên PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê:

1. Hewlêr: 64 namzed

2. Dihok: 48 namzed

3. Silêmanî: 72 namzed

4. Helebçe: 6 namzed

Roja 20-05-2024an, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kuta terxan kirin û hejmara kursiyên giştî kêm kir.

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 32 kursî

2. Silêmanî: 36 kursî

3. Duhok: 24 kursî

4. Helebçe: 3 kursî

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kutayê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 2 kursî

2. Silêmanî: 2 kursî

3. Duhok: 1 kursî

4. Helebçe: nîne

(Bi tevahî: 5 kursî)

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamena Kurdistanê wê di 20ê Cotmehê de bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bê lidarxistin.