Partî û namzedên besdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bibin diyar bûn
PeyamaKurd - Karûbarên tomarkirina partiyên siyasî û namzedan ên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê îro bi dawî bû.
Li Hewlêrê ji bilî 13 partiyan 2 hevpeymanî û 28 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. Ji bo kursiyên kotayê jî 14 tirkmen û 6 mesîhî jî namzed in.
Ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, li Silêmaniyê 38, li Hewlêrê 34, li Duhokê 25 û li Helebce jî 3 kursî hatin diyarkirin.
Li Hewlêr û Silêmaniyê jî bi sîstema kotayê 2 kursî ji bo mesîhî û tirkmenan hat veqetandin. Li Duhokê 1 kursî ji bo Ermeniyan hate veqetandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê wê di 20ê Cotmeha 2024ê de pêk bên.
190 namzedên PDKê hene
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên bê yên Parlamena Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê kir.
Hate hînbÛn ku PDK wê ji bo 100 kursiyên Parlamena Kurdistanê bi 190 namzetan re hevrikiyê bike.
PDKê, li Silêmaniyê bi 72 namzedan herî zêde namzedan pêşkêş kiriye. Piştî vê hejmarê Hewlêr bi 64 namzedan, Duhok bi 48 namzedan û Helebce jî bi 6 namzedan tê.
Serokên lîsteyên PDKê ev in; Vala Ferîd li Hewlêrê, Hoşyar Sadikafanî li Silêmaniyê, Hekim Mihemed Emîn Şerefanî li Duhokê û Hoşyar Husên jî li Helebce.
YNK 172 berbijar hene
Berdevkê YNK'ê Sadî Ehmed Pîre got, "Em ê li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê bi 172 namzetan re hevrikiyê bikin." got.
Kosret Resûl li Hewlêrê di serê lîsteya YNKê de ye û li Silêmaniyê Dr. Mîran Muhammed, Ali Öremari li Duhokê û Barzan Osman li Helebce.
Berpirsa Hilbijartinê ya YNKê li Hewlêrê Hacer Mihemed diyar kir ku YNK dê li Hewlêrê 64 û li Silêmaniyê jî 76 namzed.
Eniya Gel xwedî 121 namzetan e
Eniya Gel a bi serokatiya Lahur Şêx Cengî dê ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê bibin xwedî 121 namzet.
Serokê lîsta Eniya Gel li Hewlêrê Şaduman Molla Hesen ragihand, ku dê li Silêmaniyê 43, li Hewlêrê 40, li Duhokê 35 û li Helebce jî 3 namzed bên hilbijartin.
Di serê lîsteya Eniya Gel a Silêmaniyê de Lahur Şêx Cengî, Şaduman Molla Hesen li Hewlêrê, Zkrî Zêbarî li Duhokê û Reza Navrolî li Helebce cih digirin.
Komele xwedî 58 namzedan e
Civata Dadwerî ya Kurdistanê (Komele) ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, li 4 herêman 58 namzedan pêşkêş kiriye.
Serokê lîsta Komeleyê ya Hewlêrê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku li Hewlêrê 15, li Silêmaniyê 32, li Duhokê 6 û li Helebce jî 5 namzedên wan hene.
Serokên lîsteya Komeleyê yên li herêmên hilbijartinê wiha ne; Li Hewlêrê Abdulstar Mecîd, li Silêmaniyê Omer Gulpî, li Duhokê Antar û li Helebce jî Abbas di serê lîstê de ne.
61 namzedên Yekgirtûyê hene
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) li 4 herêmên hilbijartinê 61 namzed hene. Yek ji namzedên vê partiyê Mistefa Ebdullah diyar kir ku li Silêmaniyê 22, li Duhokê 20, li Hewlêrê 13 û li Helebce jî 6 namzedên wan hene.
Mistefa Ebdullah serokê lîsteya partiya xwe li Silêmaniyê ye. Serokê lîsteyê li Hewlêrê Muhammed Havdîyanî, serokê lîsteyê li Duhokê Seîd Elî Abo û serokê lîsteyê li Helebce jî Kawa Elî ye.
Tevgera Helwest xwedî 74 namzedan e
Tevgera Helwest ku bi serokatiya Parlamentê berê yê Tevgera Goranê Elî Heme Salih yekem car e beşdarî hilbijartinan dibe, ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê 74 berbijêran ragihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin