Partiyên besdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê dibin diyar bûn

06 March 2024 16:09 0 dîtin
Partiyên besdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê dibin diyar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku heta niha 38 partiyên siyasî ji bo beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bibin navê xwe tomar kirine.

Li gorî agahiyên ku ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê hatine wergirtin; Heta niha 38 partiyên siyasî ku 17 ji wan li Herêma Kurdistanê û 21 jî li Iraqê hatine tomarkirin, navên xwe di komîsyonên Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê tomar kirine.

Partiyên ku serî li komîsyonan dane û navên xwe tomar kirine ev in:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)

Tevgera Goran a Kurdistan (Goran)

Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK)

Partiya Karkerên Kurdistanê (Zahmetkeşan)

Partiya Komunîst a Kurdistan-Iraq (HŞK-I)

Partiya Karker û Zehmetkêşên Kurdistanê (Hizbî Karker û Rencderan)

Tevgera Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe)

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû)

Yekîtiya Neteweyî ya Beyt Nahrîn

Tevgera Demokratîk a Suryaniyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Keldanî

Partiya Reformê ya Tirkmenan

Partiya Neteweyî ya Suryaniyan

Partiya Geşedanê ya Tirkmenan

Encûmena Niştimanî ya Keldanî

Civaka Dadwerî ya Kurdistanê (Komal)

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku ji bilî 38 partiyan hin partiyên din jî serlêdan kirine û wiha got:

“Partiyên din jî hene ku hemû rêkarên tomarkirinê temam kirine û tenê pêwîste bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve bêne pesendkirin.”

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Pûşpere wek roja hilbijartinan destnîşan kir, di 5ê Adarê de tomarkirina serlêdanan a ji bo hilbijartinên parlamenê dest pê kiribû û wê heta 12ê Adarê bidome.