Di derbarê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de biryarên nû hatin standin
PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Ewlehiya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê, di derbarê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de biryar da ku di dema dengdanê de dengdêr bi têlefonên xwe yên mobîl nekebin kabînên dengdanê.
Lijneyê her wiha biryar da ku wê roja hilbijartinê derketina derve neyê qedexekirin.
Lijneya Bilind a Ewlehiya Hilbijartinê îro, ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên pêşwext ên parlamenê civînek li dar xist.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civînê de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir ku lijneyê, di derbarê hilbijartinan de gelek biryar standine û qedexekirina birina telefonên mobîl a hundurê kabînên dengdanê yek ji wan biryaran e.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku wê di roja dengdanê de derketina derve ne qedexe be û ti kolanek nayên girtin û got: "Divê di roja dengdanê de dezgehên ragihandinê yên ku serdana navendên dengdanê dikin, pêşwext xwe di lîsta çapemeniyê ya komîsyonê de tomar bikin û baca tomarkirina li komîsyonê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin