Serokwezîr: Divê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bê binpêkirin û sextekarî bêne kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku pêwîst e hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi awayekî azad û dadperwerî û dûrî binpêkirin û sextekariyan bên lidarxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro, li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyîn Yekbûyî (NY) yê Iraqê Claudio Cordon kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxiyaniya nivîskî ya di derbarê pêşwaziya Claudio Cordan de da zanîn ku di hevdîtinê de mijara sereke amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bûne.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY yê Iraqê di hevdîtinê de ji be amadekarî û hevahengiya baş a ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo birêvebirina pêvajoya hilbijartinan erka ku bikeve ser milên xwe, wê pêk bîne.
Serokwezîr Mesûr Barzanî ameje bi gringiya lidarxistina hilbijartinan kir û got: "Divê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, di rewşeke azad û dadperwer û dûrî binpêkirin û sextekariyan de bêne kirin.
Serokwezîr Barzanî tekezî li ser rola NY û çavdêrên hilbijartinan ên navneteweyî kir û got: Pêwîst e bi awayekî çalak çavdêriya pêvajoya hilbijartinan bikin da ku bi awayekî pak û zelal birêve biçe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin