Serok Barzanî û Balyozê Fransayê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziyê li Balyozê Fransa yê Iraqê Patrick Durel kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de hat ragihandin ku îro, li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Fransa yê Iraqê Patrick Durel kiriye.
Di civîna ku Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Jan Braim jî amade bû de Serok Barzanî û Patrick Durel li ser pêşhateyên dawî yên siyasî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhelata Navîn û herwiha pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan balê kêşan ser gringiya Korbenda Aborî ya Parîsê ku li ser pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hatibû lidarxistin.
Serok Barzanî û Patrick Durel di civînê de tekeziyê li ser pêşxistina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistan û Fransayê kirin.
Mijareke din a civînê jî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bû. Aliyan destnîşan kirin ku divê hilbijartin lo gor pîvanên demokrasiyê pêk bên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin