Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir

04 July 2024 10:07 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ligel Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel behsa têkeliyên herêmê û pêşhatên herêmî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa kir.

Doh 03.07.2024ê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Bexdayê de, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di hevdîtinê de Serok Barzanî behsa pirsgirêkên siyasî yên Iraqê kir û behsa sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên ligel aliyên siyasî yên Iraqê kir.

Patrick Durel bal kişande ser serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û diyar kir ku ew pêşwazî li diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Balyozê Fransa li Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wî piştevaniya pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Her di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa û pêşhatên navçeyê hatin kirin.