Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Gistî yê Fransayê dike

29 November 2023 17:35 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Gistî yê Fransayê dike

PeyamaKurd - Serok Mesud Barzanî di 29ê Mijdara 2023an de, li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê yê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Li gor ragehandina Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostîniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê hat kirin, herwesa tekez li ser berdewamî û bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera her du aliyan jî hat kirin.