Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî balyozê Fransayê yê Iraqê qebûl kir
PeyamaKurd – Balyozê Fransayê yê Iraqê Éric Chevalier îro li baregeha serokê Kurdistanê ya Mesûd Barzanî ji terefê serok de hat pêşwazîkirin. Balyozê Fransayê, li ser mijara ku serok Mesûd Barzanî avahiya navenda konseya serokatiya PDKê ya li Kerkûkê bexşî Zankoya Kerkûkê kir axifî û biryara Barzanî bilind nirxand.
Li gor ragihandina nivîsîngeha serok Barzanî; di hevdîtinê de balyozê Fransayê Chevalier silavên serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandiye serok Barzanî, li ser rewşa siyasî ya herêmê, pêşdeçûnên dawiyê û îhtîmalên ji bo ayinde û di derbarê talûkên wan de axifîne. Di daxwuyaniya nivîsingeha serok de weha hat gotin:
“Balyozê Fransayê, ji bo serok Barzanî rewşê aram bike avahiya navenda PDKê ya li Kerkûkê daye zankoya Kerkûkê û balyoz biryara Barzanî bi aqilane rave kir.
Babetekî din yê civînê; têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bûn û hewlên çareseriyê yên hukumeta Kurdistanê bi pesnekî bilind hat nirxandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin