Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Avûstûryayê Andrea Nasi qebul kir

03 August 2024 16:34 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Avûstûryayê Andrea Nasi qebul kir

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê dewleta Avûstûryayê yê Iraqê Andrea Nasi qebûl kiriye.

Di hevdîtinê de her dû teref ji bo pêşdebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Avûstûrya re û di her sehayê de danîna têkiliyan û hevkariyan guftûgo kirine.

Di daxwuyaniyê de her weha ji ber serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Avûstûryayê kiribû û bi serokkomar û wezîrê karên derve yê Avûstûryayê re hevdîtin kiribû, li ser mijarên ku di navbera xwe de axifîbûn rawestiyan.

Her dû teref li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, li ser têkiliyên navbera Erbîl û Bexdayê, li ser pêşdeçûnên herêmê û berjewendiyên hevpar axifîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 1ê Tîrmeha 2024an de seredana Viyana kiribû û bi serokkomar û wezîrê karên derve yê Avûstûrya re hevdîtinan kiribû.