Sûdanî: Hemû mercên pêwîst ên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hatine pêkanîn

28 July 2024 17:20 0 dîtin
Sûdanî: Hemû mercên pêwîst ên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hatine pêkanîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku wan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hemû şert û mercên pêwîst bi cih anîne.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, Mihemed Şîa Sûdanî îro pêşwaziya Serokê Dezgeha Hilbijartinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amir Mûsa Husênî kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokê Dezgeha Hilbijartinan Husênî Serokwezîrê Iraqê Sûdanî derbarê amadekariyên dawî yên komîsyonê ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê agahdar kiriye û wiha hat gotin: "Mihemed Şiya Sûdanî herwiha tekezî li ser hebûna komîsyoneke pispor û durust kir ku karibe xwe biparêze. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî pêwîst e.

Biryar e di 20ê Cotmeha 2024ê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin.