Sûdanî: Hemû pêdiviyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam bûne

28 July 2024 14:08 0 dîtin
Sûdanî: Hemû pêdiviyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam bûne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku hemû pêdiviyên hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hatine temamkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 28ê Tîrmehê, pêşwazî li Serokê Ofîsa Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amêr Mûsa Huseynî kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê eşkere kir, Sûdanî di dema pêşwazîkirina Huseynî de piştrast kir ku hikûmeta federal hemû pêdiviyên pêwîst ji bo birêvebirina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê dabîn kirine.

Sûdanî gotiye: “Hebûna komîsyoneke pispor û rastgo ku bêalîbûna xwe biparêze, tiştekî ku em nikarin dest jê berdin; ew garantiya berdewamiya proseya hilbijartinan e, ku cewhera sîstema demokratîk û yek ji stûnên wê yên herî girîng e.”

Hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê 20ê Cotmeha 2024an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê têne lidarxistin.