Serokatiya Parlamena Kurdistanê serxwesî li Serok Barzanî û PDKê kir

15 February 2021 15:25 0 dîtin
Serokatiya Parlamena Kurdistanê serxwesî li Serok Barzanî û PDKê kir

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, li ser koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke hevxemiyê belav kir û serxweşî li Serok Mesûd Barzanî û PDKê kir.

Di peyama serokatiya parlamenê de hat gotin, “Doktor Roj têkoşerekî lêhatî û siyasetmedarekî bi ezmûn bû û gelek xizmeta gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kiriye.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyama xwe de sersaxî da Serok Mesûd Barzanî, endamên Polîtburo û Serkirdatiya PDKê û malbata Doktor Roj Nûrî Şaweys û wiha pê de çû:

“Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawiyê ya Pêşmergeyê dêrîn, endamê Polîtburoya PDKê û serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê bihîst. Diktor Roj têkoşerekî lêhatî û siyasetmedarekî bi ezmûn bû. Wî gelekî xizmeta gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kiriye, roleke wî ya bilind di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de hebû û cihê wî bi hêsanî nayê dagirtin. Di karê siyasî û îdarî de jî bi riya wan postên ku li Herêm û Hikûmeta Iraqê de wergirtine de, xizmeteke berçav kiriye.”

Serok Barzanî: Dr. Roj Pêşmergeyekî wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurd

YNKê: Dr. Roj Nûrî Şaweys têkoşer û siyasetmedarekî bi ezmûn bû

Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys jiyana xwe ji dest da