Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo hevdîtinên ligel berpirsên Kurdistanê gihîst Hewlêrê

03 May 2021 14:24 0 dîtin
Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo hevdîtinên ligel berpirsên Kurdistanê gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd - Serokê Panlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro 3yê Nîsanê ji bo çend hevdîtinan ligel berpirsên Herêma Kurdistanê pêk bîne, gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Helbûsî li balafirgehê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ve hat pêşwazî kirin.

Hat zanîn ku wê Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî li Kurdistanê, bi Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re li Hewlêrê were ba hev.

Serdana Helbûsî di demekê de ye ku dema hilbijartinên pêşwext ên Iraqê yên 10ê Cotmeha îsal nêzîk bûye. Ji bo wê yekê jî tê xwestin ku hizr û nerînên berpirsên Herêma Kurditanê werbigirin.