Çarçoveya Hemahengiyê mijara hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê gotûbêj kir

06 March 2024 08:59 0 dîtin
Çarçoveya Hemahengiyê mijara hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Di civîna ku bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî hat lidarxistin de, Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyan 2 dosyayên girîng gotûbêj kirin.

Çarçoveya Hemahengiyê îro (05.03.2024) li mala Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî civînek li dar xist û pêşhatên di warê siyasî yên Iraqê de hatin gotûbêjkirin.

Jêderekî haydar ji civînê eşkere kir ku di civînê de behsa encamên danûstandinên navbera Bexda û Washingtonê yên derbarê bidawîhatina erkê hevpeymaniya navnetewî li Iraqê û herwiha lidarxistina civîna helbijartina Serokê nû yê Parlementoya Iraqê hate kirin.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di daxuyaniya xwe ya 14ê Mijdarê de ragihandibû, ku li ser giliya Leys Dlêmî, cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hatiye dûrxistin.

Halbûsî di daxuyaniya xwe ya piştî biryarê de got, "Li gorî xala 49an a Destûra Bingehîn û qanûna hilbijartinê biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye."

Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê di 19ê Mijdarê de nameya fermî ya derbarê dûrxistina Helbûsî ji Serokê Parlamentoya Iraqê re şand.