Çarçoveya Hemahengiyê li dijî banga Malîkî ya hilbijartina pêswext derket

16 June 2024 15:36 0 dîtin
Çarçoveya Hemahengiyê li dijî banga Malîkî ya hilbijartina pêswext derket

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîayên Iraqê banga Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî ya hilbijartina pêşwext red kir.

Li gorî zanyariyan, Tevgera Hikme ya Emar Hekîm û Hevpeymana Nesr a Heyder Îbadî seroktiya wê dike, li dijî hilbijartinên pêşwext derdikevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Malîkî bi hinceta madeya derbarê Heşda Şeibî ye bernameya hikûmetê de ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dixwaze sererastkirinê di erkê Heşda Şeibî de bike, banga hilbijartina pêşwext kiriye û piraniya partiyên Çarçoveya Hemahengiyê li dijî wê bangê derdikevin.