Çarçoveya Hemahengiyê pistî banga Sedir dest bi hevdîtinên aliyên siyasî kir

03 April 2022 22:48 0 dîtin
Çarçoveya Hemahengiyê pistî banga Sedir dest bi hevdîtinên aliyên siyasî kir

PeyamaKurd – Çarçoveya Hemahengiyê ya ji partiyên şîeyên nêzîkî Îranê pêk tê, piştî bangewaziya Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku ji bo pêkanîna hikûmetê 40 roj dem dabû wan, dest bi hevdîtinên ligel aliyên siyasî kir.

Hat ragihandin ku şandeke Dewleta Yasa bi seroktiya Nûrî Malikî li Bexdayê bi Tevgera Babîliyon a keldanî re civiya ye û mijara çareseriya kêşeyan û bidawîkirina qeyrana siyasî ya li Iraqê hatiye gotûbêjkirin.

Çorçoveya Hemahengiyê dixwaze ji bilî Tevgera Sedir bi aliyên din re ji bo pêkanîna hikûmetê li hev bike, lê Tevgera Sedir kursiyên wê ji wan zêdetir in û ligel PDK û Hevpeymana Siyade ya sûniyan rêkeftin kiriye.

Muqteda Sedir, piştî ku ji ber têr nekirina parlamenteran, Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) 30 Adara 2022an jî nekarî hilbijartina serokomarê nû bike, bang li Çarçoveya Hemahengiyê kiribû di nav 40 rojan de hikûmetê pêk bînin digel ku wekî kutleya herî mezin ew mafê wan bû.