Çarçoveya Hemahengiyê pistî protestoyên alîgirên Sedir: Em di Sûdanî de bi biryar in!
PeyamaKurd – Çarçoveya Hemahengiyê ya aliyên Şîe yên nêzîkî Îranê, piştî protestoyan û helwesta tund a Tevgera Sedir li dijî namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî bo seroktiya hikûmeta bê, ragihand ku ew namzedê xwe venakişînin.
Çarçoveya Hemahengiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Em bi biryar in ku Mihemed Sûdanî wek namzedê serokwezîrê Iraqê nîşan bidin.”
Herwiha hat diyarkirin ku wê Sûdanîyê di hikûmetên berê de jî li kêleka Dewleta Yasa û Nûrî Malîkî wezîrtî kiriye, seroktiya hikûmeta nû ya were damezrandin bike.
Hêjayî gotinê ye, Rêberê Tevgera Sedir ku hevpeymana herî mezin e û ji parlamentoya Iraqê vekişiyaye, helwesteke tund ji namzedkirina Sûdanî re nîşan dabû û red kiribû ew bibe serokwezîr.
Herwiha alîgirên Sedir jî ev çend roj in protestoyên dijî namzedkirina Sûdanî dewam dikin û doh 27ê Tîrmehê hem bi ser parlamentoyê de girtibûn hem jî li Devera Kesk xwepêşandan kiribûn.
Malîkî jî li beramber protestoyan bi hilgirtina çekê wêne dabû medyayê ku ev jî wekî mezinbûna aloziya siyasî ya Iraqê tê nirxandin ku îhtimala rûdana şerekî navxweyî derdixe holê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin