Bexda | Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî bi ‘Çarçoveya Hemahengiyê’ re civiyan

07 April 2024 13:37 0 dîtin
Bexda | Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî bi ‘Çarçoveya Hemahengiyê’ re civiyan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji doh 6ê Nîsanê ve hevdîtinên xwe li Bexdayê berdewam dike, îro Yekşemê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi lîderên Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyên Iraqê re civiya.

Piştî civînê Serokwezîriya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê de amade bû.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pirsgirêkên wekî bihêzkirina karê hevbeş ê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û rêkeftinên îdarî û teknîkî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin, “Sûdanî di hevdîtinê de tekezî li ser hevkariyeke avaker û berhemdar kiriye” û gavên serkirdeyan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar girîng nirxandiye.

Hêjayî gotinê ye, li Iraqê herdu hevpeymanên, “Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê” û “Çarçoveya Hevahengiyê” Hikûmeta Iraqê birêve dibin û Mihemed Şiya Sûdanî jî wek serokwezîr serokatiya wê dike.

Li aliyê din Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di nav Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de cî digirin.