Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Sûdanî û Romanowskî re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sûdanî û balyoza Amerîkayê Alina Romanowski re hevdîtin kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî bi Sûdanî re li ser muzkereyên navbera Hewlêrê û Bexdayê axifiye. Di hevdîtinê de her weha behsa pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê kirine û behsa dewama têkiliyên navbeha Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine.
Nêçîrvan Barzanî bi balyoza Amerîkayê bi Romanowskî re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de li ser têkiliyên navbera Erbîl û Bexdayê û çareseriya pirsgirêkên navbera wan kirin. Balyoz behsa girîngiya çareseriya pirsgirêkan kir û desteka xwe ji bo çareserkirina wan ragihand. Her weha mijarên rewşa Herêma Kurdistanê, yekîtiya partiyên Kurdistanî, reformên di wezareta Pêşmerge de, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Amerîka re û pêşdebirina têkiliyan di rojeva her dû terefan de bû.
Nêçîrvan Barzanî îro tevlî bernama bîranîna Muhammed Baqir El Hekîm ya li Bexdayê bû û di bernamê de axaftinekî kir. Di bernamê de serokkomarê Iraqê Latif Reşid, serokwezîrê Iraqê Sûdanî, serokê parlementoyê Muhammed Halbusi û lîderên din yên siyasî hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin