Nêçîrvan Barzanî li gel Sûdanî civiya

22 February 2025 13:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel Sûdanî civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî 7emîn Konferansa Diyaloga Navdewletî ya Bexdayê bû ku bi sernavê “Pêwendiya bo geşepêdan û aramiya herêmê” hatibû lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî ku di çarçoveya konferansê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî re hevdîtin pêk anî, li ser platforma medyaya civakî ya Xê daxuyaniyek da.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez kêfxweş bûm ku min bi hevalê xwe Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî re li Bexdayê hevdîtin pêk anî. Me li ser geşedanên dawîn, aramiya giştî ya herêmê û çend mijarên girîng gotûbêjeke berhemdar kir.”

Sûdanî tekezî li ser dubare hinartina petrola Kurdistanê dike

Ji aliyê din ve derbarê hevdîtinê de ji ofîsa Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî daxuyaniyek hat.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên girîng ên li seranserê Kurdistanê û Iraqê hatin nirxandin û geşedanên di derbarê pêkanîna bernameya hikûmeta federal de hatin nirxandin.

Serokwezîrê Sûdanî bal kişand ser guhertinên bûdceya federal ên ku vê dawiyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatine qebûlkirin û destnîşan kir ku divê peymanên di navbera aliyan de bên bicihanîn.

Sûdanî amaje bi wê yekê jî kir ku ev pêngav dê berjewendiyên neteweyê biparêze, aboriya Iraqê bihêz bike û daxwazên xelkê bi cih bîne, Sûdanî bal kişand ser girîngiya vegerandina bilez a berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê û berdewamkirina hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ê hemahengî û hevkariya li gel hikûmeta federal a Iraqê berdewam bin.

Barzanî amadebûna xwe ji bo bihêzkirina geşepêdana aborî, xizmetguzarî û aramiyê li gel Bexdayê nîşan da.