Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Sûdanî civiyan
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Bexdayê civiyan. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di civînê de li ser mijarên ewlehî û siyasî guftûgo hatine kirin.
Li ser hûrgiliyên ku di derbarê civînê de hatin parvekirin de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî, li ser girîngiya yekrêziya asta niştimanî, yekrêzî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna kêşeyên aborî, jiyanî û xizmetguzariyê û ji bo dabînkirina jiyaneke baştir a ji bo hemû welatiyên Iraqê, tekezî kirine.
Hat diyarkirin ku Serokwezîrê hikûmeta federal tekez kiriye ku hikûmeta federal pabendî destûra Iraqê ye û dîsa tekez kiriye ku çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan dabîn bike.
Her wiha hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî car din pîrozbahî li erka Sudanî kiriye û ji bo bidestxistina baweriya bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û geşbîniya xwe ji bo karîna hikûmeta nû nîşan daye da ku welat ber bi qonaxeke cudatir ku tê de zimanê hevtêgihîştinê û çareseriyan serbest be, were birin.
Hat zanîn ku li ser mijarên ewlekariyê, parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam ên navçeyên sînorî yên Iraqê guftûgo hatiye kirin ku axa Iraqê ji bo tu welatekî cîran nebe gef û li ser van mijaran, piştevanî li hevkariyên herdu aliyan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin