Mesrûr Barzanî û Mihemed Siya Sûdanî li Bexdayê civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê civînê de hate diyarkirin ku serokwezîran rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku serokwezîran gringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Navendî ya Iraqê ya li ser bingehê destûrê destnîşan kirine.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her wiha hate teqezkirin ku her du serokwezîr jî li ser pêwîstiya domandina diyaloga avaker a ji bo çareserkirina kêşeyan hevnêrîniya xwe dûpat kirine û destnîşankirine ku ev rêbaz di berjewendiya hemû pêkhate û welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin