Mesrûr Barzanî û Mihemed Sûdanî civiyan: Li ser budçe û madeya 140 li hev kirin…

14 March 2023 20:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Mihemed Sûdanî civiyan: Li ser budçe û madeya 140 li hev kirin…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li paytext Hewlêrê civiyan.

Serokwezîrê Iraqê di yekem serdana xwe ya fermî ya bo Herêma Kurdistanê de, îro 14ê Adarê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazî kirin.

Piştre jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan, di civînê de hejmarek dosyeyên girêdayî mijarên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Hat zanîn ku mijarên herî girîng ên civînê; pirsa budçeyê, yasaya petrol û gazê û dosyeya koçberan û çend mijarên din bûn.

Piştî civînê di konferansa rojnamevanî de Sûdanî ragihand ku Hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser budçeyê li hev kirine û ji bo bicihanîna madeya 140 jî budçe hatiye cudakirin.

Mesrur Barzanî jî got, ew hêvî dikin budçe di parlamentoya Iraqê de were pesendkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi rêya peyameke li ser medya civakî jî bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiribû û gotibû: “Niyetpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e.”