Ji Çarçoveya Hemahengiyê daxuyaniya dîyaloga ligel Sedir: Em red dikin!
PeyamaKurd - Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyên Iraqê, piştî destpêkirina xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedir li ber avahiya Dadweriya Bilind daxuyaniyek belav kir.
Çarçoveya Hemahengiyê xwepêşandanên alîgirên Sedir ên li nav saziyên dewletî wekî dagirkerî pênase kir û herwiha dîyalog û danûstandina ligel Tevgera Sedr jî red kir.
Çarçoveya Hemahengiyê daye xuyakirin, heta ku Tevgera Sedr dest ji dagirkirina saziyên destûrî bernede û venegere ser riya çareeseriya aştiyane û demokratîk, her peyam û ew daxwaza diyaloga ligel Tevgera Sedr red dikin.
Li aliyê din Wezîrê Muqteda Sedr, Salih Mihemed Iraqî jî ragihand: "Ji bo dadwerî û dadgehan şerm e ku karê xwe li dijî şoreşa reformê rawestînin."
Salih Mihemed got: "Dibe ku toleransa Sedr di pêşerojê de karê komîteya çavdêriya xwenîşanderan rawestîne, çawa ku encumena dadwerî û dadgehan karê xwe rawestandin."
Herwiha Salih Mihemed diyar kir: "Li şûna ku li dijî gendeliyan karê xwe rawestînin, encûmena dadwerî û dadgehan karê xwe li dijî darbekaran rawestandiye."
Alîgirên Tevgera Sedr zêdetirî mehekê ye, li ber avahiya parlamentoya Iraqê dest bi grevê kirine û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin