Dervîsoglu: Daxuyaniya Ocalan nivîsa hevbes a ligel rayedarên dewletê ye
PeyamaKurd - Serokê ÎYÎ Partî ya Tirkiyê Musavvat Dervişoglu ku partiyeke wekî partiyeke neteweperst a Tirk tê naskirin, li ser serdana Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a doh bi Abdullah Ocalan re û daxuyaniya îro ya nivîskî axivî.
Dervişoğlu got: “Xuya ye hinek kesên ku bi hinek ji rayedarên dewletê re ew serdan kirine nivîseke hevbeş amade kirine.”
Musavvat Dervişoglu bertek nîşanê wê sedanê da û diyar kir, "Xuya ye hinek kesên ku duh bi hinek rayedarên dewletê re ew serdan kirine hevdîtinek kirine û nivîseke hevbeş amade kirine. Ez ê wê nivîsê bi hurgulî bixwînim û çi tiştekî ku dijî dewleta Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk tê de hebe binirxînim û bi raya giştî re parve bikim."
Musavvat Dervîşoglu dibêje: "Em nizanin paradîgma çi ye. Em nizanin ka çi ji Abdullah Ocalan hatiye xwestin. Hûn dibêjin 'serokê terorîstan Ocalan' ma dê Komara Tirkiyê ji 'serokê terorîstan Ocalan' li benda çi be?"
Serokê ÎYÎ Partiyê wiha pê de çû: "Ya rast min fam nekiriye lê ji doh heta îro hinek tebîetên vê hikûmetê hene ku rêxistinên terorê wekî dost, dostan jî wek rêxistinên terorê radighîne. Ez dê herwiha li girtenameyên van serdanan jî binêrim û nirxandinên pêwîst bikim."
Hêjayî gotinê ye, Abdullah Ocalan di peyama ku parlamenteran a piştî hevdîtinê ku li ser nirxandinên wî parve kirine de gotiye, ew piştgiriyê dide paradîgmaya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya nû ku banga danîna pêwendiya Ocalan û DEM Partiyê kiribû.
Serdana doh 28ê Kanûnê piştî bangawaziya Serokê MHPê Devlet Bahçelî pêk hatiye ku gotibû, bila Ocalan banga danîna çekan li PKKê bike û hilweşîna wê rabihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin