Macron li dijî rastgirên tund banga yekîtiyê kir

12 June 2024 16:00 0 dîtin
Macron li dijî rastgirên tund banga yekîtiyê kir

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku piştî têkçûna di hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE )de ji bo welatê xwe birayara hilbijartinên pêşwext da, li dijî xurtbûna rastgirên tund, banga yekîtiyê li çepgir û rastgirên nerm kir.

Macron 3 roj piştî betalkirina Parlamena Neteweyî û destpêkirina pêvajoya hilbijartinê, di axaftina xwe ya yekem a ‘Banga Neteweyî’ de got: "Ez bang li jin, mêr û hemû kesên xwedî niyeta baş ên ku dikarin ji tundrewiyê re bibêjin na, dikim ku em bi hev re siberojeke hevpar ava bikin."

Berovajiyê axaftinên xwe yên berê, Macron dest neavêt mijarên navneteweyî yên wekî şerê Ûkraynayê û têkiliyên bi Çînê re û peyamên xwe bi rojeva navxweyî ve sînordar hişt.

Serokkomarê Fransayê biryara xwe ya hilbijartina pêşwext bi gotina "Hûn nikarin wekî ku tiştek neqewimiye jiyana xwe bidomînin. Ev bêhurmetiya gel e.” nirxand û got ku ew nikarin rastiya siyasî ya nû ya ku piştî dengdana PEyê derketiye holê paşguh bikin.

Di hilbijartinên PEyê de partiya Macron Ronesans, ji partiya rastgir a tund a Marine Le Pen Yekîtiya Neteweyî (RN) nîvî kêmtir ray standibû.