Reuters: Macron helwesta xwe ya dijî Rûsyayê tund dike

15 June 2022 17:40 0 dîtin
Reuters: Macron helwesta xwe ya dijî Rûsyayê tund dike

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron helwesta xwe ya dijî Rûsya tund kiriye.

Hat ragihandin ku Macron îro Çarşemê li Romanya serdana bingeheke NATO kiriye û bi fermandaran re civîyaeye.

Li gorî nûçeyê wê Macron here Ukrayna û berî biçe Kîevê jî ew dê bi serokên Almanya û Îtalya re bicive.

Herwiha wê Macron berî seredana Kîevê, di gera xweya sê rojî de serdana Moldova jî bike.

Serokomarê Fransayê li Romanya got, ji bo rêgirtina pêşdeçûna artêşa Rûsya û piştgirîdana hêzên Ukraynî, ew ê hemî tiştên pêkan bikin.Hêjayî gotinê ye, Macron di demên dawî de derîyên dîplomasîyê ji bo Rûsya vekirî hîştibû û ji aliyê welatên Ewropî ve rastî rexneyan dihat.